Pampa Min - Kurdi -Ezdiki
Fêrîkê UsivFêrîkê Usiv sala 1934an li Erivan-gundê Sîpan hatiye dinyê. Pêşiyên
Fêrikê Ûsiv ji bajarê Qersê, ji gundê Yemençayîrê, piştî Şerê Cihanê yê
Yekemîn, tevî kurdên êzidî yên din û ermenîyên herêmê derbasî aliyê Ûris bûne.
Wî dibistana seretayî li gundê xwe Pampê (ku paşê navê wî wekî Sîpan hatiye
guhestin), di sala 1951ê de kuta kir. Zarokatiya wî, di ber xwendinê re, di nava
çiyayên kurdan ên li aliyê Ermenistanê derbas bû, vê yekê jî hiştiye ku ew bibe
tabietbêjekî yekta. Fêrikê Usiv di di salên 1955-1960 an de, Enstîtuya
Pedagojiyê ya Xaçatûr Abovyan xwendina xwe ya bilind a di beşa Dirok û
Fîlolojiyê de dike. Di heman salan de helbestên wî di Rojnameya Rêya Teze de
têne weşandin. Fêrik piştî ku enstîtuyê xelas dike, di Radyoya Kurdî ya
Yêrêvanê wekî serokê Beşa Wêjeyê dest bi xebatê dike. Bi hanedana xezûrê xwe
zimannas û zargotinnas Heciyê Cindî, di sala 1963an de, beşdarî pêşbirka
wergerê ya bo berhemên Sayat-Nova dibe û wergera xwe ya bo kurmancî xelata
sêyemîniyê werdigre. Fêrîkê Usiv di 3yê gulana 1997an de, di 63 saliya xwe de,
li Yêrêvana paytextê Hayastan (Ermenistan), oça dawî dike. Li ser xwestina wî,
Fêrîkê Ûsiv li gundê Sîpanê, li berpala Çiyayê Dibûrî bi xakê hatiye spartin.